Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê dê beşdarî merasîma behiya Serokomarê Îranê yê koçkirî bibe.
Li gorî daxuyaniyê, şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê ku ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Herêmê Mistefa Seyîd Qadir, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed pêk tê, dê beşdarî merasima sersaxiya Serokomarê Îranê yê koçkirî Îbrahîm Reîsî û şanda pê re, bibin, serdana Komara Îslamî ya Îranê dikin.
Helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şanda pê re roja 19ê Gulanê, danê êvarî li parêzgeha Tewrîzê ketibû xwarê.
Piştî 18 demjimêran lêgerînê, helîkopter şikyayî hat dîtin û medyaya fermî ya Îranê jî ragihand, her 9 kesên di helîkopterê de bûn, canê xwe jidest dane, ku di nava wan de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan.