Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke 14 salî revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger” keçeke 14 salî revand

Endamên rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya rasterast fermana ji Qendîlê werdigire zarokek ji Dêrezorê revand û ber bi kampeke xwe ya li bajarê Şedadiyê yê başûrê Hesekê ve bir.

Tora Sûrî ya mafên mirov di daxuyaniyekê de ragihand: zaroka bi navê Nûr Mazin El-Elûş, xelka gundê Mîzîle yê dikeve gundewarê Bakurê parêzgeha Dêrezorê ye, ku temenê wê 14 salîye, li roja 15/5/2024’an ji aliyê endamên “Ciwanên Şoreşger” ve hatiye revandin û ber bi yek ji kampên xwe yên leşkerkirina zarokan li bajarê Şedadiyê yê gundewarê parêzgeha Hesekê ve biriye.

Daxuyaniya tora Sûrî ya mafên mirov wihaye: tora Sûriyê ya mafên mirov diyar dike ku ti kes ji malbata wê keçê ji vê yekê nehatiye agahdarkirin û rê li ber wê hatiye girtin ku bi malbata xwe re peywendiyê bike, yan jî malbata wê seredana wê bike, û em ditirsîn ku ew rasterast yan nerasterast beşdariyê di çalakiyên leşkerî de bike.

Her wiha tekez kir ku nêzîkî 341 zarok hîna li kampên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk di bin leşkeriya neçar de ne.

Tê zanîn fermandarê hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019 de bi Vêrcînya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan re, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.

Pustên heman beş