PKKê ev du keçe di şerê xwe yê bê encam de da ne kuştin

berxwedana xwe ya saxte -net

Rêxistna PKKê nasnameya 2 çekdarên xwe yên keç ragihand ku li başûrê kurdistanê ketine ber êrîşê dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest dane.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja çarşemyê 22\5\2024 nasnameya 2 çekdarên xwe yên keç eşkere kir ku li 23 nîsana îsalê li herêma Xakurkê ya li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.

Ev 2 keçên ku PKKê ew di berxwedana xwe ya saxte de wenda kirîn, bi navên Diljîn Ebdulrehman û Nûjiyan Îsmaîl tên nas kirin, ew ji Efrîn û Mêrdînê ne, rêxistinê ew weke bi hezaran keçên din yên Kurdan xapandin û bi navê berxwedanê berê wan da mirinê.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş