2 eskerên Tirk li Geverê birîndar bûn

Gever-esker

Li devera Oremarê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, wesayîteke leşkerî ya Tirkiyeyê wergeriya û di encamê de 2 leşker birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, qeza duh derdora seat 17:30î li nêzîkî gundê Wezîravayê yê 5 kîlometreyan dûrî navçeya Geverê çêbû.

Li gorî nûçeya Yuksekova Halkin Sesiyê, 2 leşkerên ku di wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê leşkerên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Hat zanîn ku derbarê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.

Pustên heman beş