Şengal.. PKKê du zarokên keç yên Êzidî revandin

du zarokên keç yên Êzidî-net

Di berdewamiya zincîreya tewanên revandina zarokên Kurdan de ji hêla çeteyên PKKê li her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî zarokên Êzdiyan, çeteyên rêxistinê du keçên Kurdên Êzidî li Şengalê revandin.

Çavkaniyên xwecihî ji herêmê ragihandin ku çekdar û çeteyên PKKê keça bi navê “Jan Xelef Xedir ji gundê Koco û keça bi navê Fîrdewus Faris Mûsa” ji gundê Tel Qesab yê Şengalê revandin û birin cihekî nenas.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKe) bi hezaran zarokên di navbera 11 û 16 salî de, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê û her wiha li Şengalê, ku serdestiya wê li ser rêveberiya wê derê ye revandine, rêxistin wan zarokan di şeran de bi kar tîne û berê wan dide mirinê.

PKKe bi îstismarkirina şert û mercên civakî zarokan ji Şengalê û navçeyên wê direvîne da ku wan bixapîne û tevlî refên çekdarên xwe bike, ev kiryar jî bi metirsyeke mezin li ser paşeroja civaka Kurdistanê û bi taybet civaka Êzidî li wê derê tê hesab kirin.

Ev kiryarên PKKê bi tewanên herî mezin tê hesab kirin, ji ber ku zarokên Kurd ji mafê fêrbûn û wergirtina perwerdehyeke saxlem û dûrî tundiyê tên bêparkirin, her wiha ev yek binpêkirineka eşkereye bo nirxên Kurdan û qanûn û pîvanên navneteweyî.

Pustên heman beş