Fermandarekî berê yê PKK’ê: PKK dibêje em li Silêmaniyê nîn in, lê rojane çapemeniya wan xwepêşandan û çalakiyên li wî sînorî belav dike

Fermandarekî berê yê PKK’ê: PKK dibêje em li Silêmaniyê nîn in, lê rojane çapemeniya wan xwepêşandan û çalakiyên li wî sînorî belav dike

Fermandarekî berê yê PKK’ê aşkera dike, ji aliyê PKK’ê ve hejmarek keç û kurên xelkê Silêmaniyê li Qendîlê hatine girtin û îşkence kirin.

Fermandarê berê yê PKK’ê Xelîl Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di nav PKK’ê de dest bi paqijiya navxweyî hatiye kirin, ewên hestên Kurdistanperwer û niştimanperwer li gel wan hene û tên dûrxistin, yan jî bi senaryonên cuda tên paqijkirin. Naha PKK bûye amûreke lîstokên îstixbaratî ya li navçeyê. Her demekî ku bixwazin Başûrê Kurdistanê têkbidin, amûrê herî baş PKK ye, ji bo wê jî niha li Başûrê Kurdistanê dest bi zêdegaviyan kirine.

Herwaha got: ‘’PKK ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê jî piştî şerê xendeqan, ber bi paş ve çûye, naha PKK’ê fêl bikartîne û dibêje em li Silêmaniyê nîn in, lê bi dehan û bi sedan grup ava kirine. Bi taybet jî li devera Silêmaniyê, ku berê bi rêya PKK’ê ve destê leşkerên Tirkiyê geheşt navçeyên sînorî, ku ji bo wê jî sedan gundên wê navçeyê û deverê hatin vala kirin.’’

Xelîl Mihemed got: ‘’PKK li gelek cîh û navçe û deverên cuda yên sînorê parêzgeha Silêmaniyê çalakiyên wê hene, waye di çapemeniya wan bixwe de jî em dibînin, berdewam aheng û bone û civîn û xwepêşandan û meşan dikin. Çi nav Silêmaniyê be, çi li devera Raperîn, li çi li Koye û Çemçemal û nahyeya Tekye, îdareya Germiyan û hin navçeyên Şarbajêr wan karane dikin. Eger PKK li wan sînoran nîne, çend sala dronên Tirkiyê çawa nav bi nav kadro û rêveber û endamên PKK’ê dikuje? Iraq destê xwe li pişta wan dide, mûçe û budceyê ji bo wan diyar dike, bi taybet ji aliyê Heşdî Şeibî ve, ev jî bûye sedem ku PKK di cîha li hember dagirkeran raweste, mijûlê fitne û dijatiya partiyên Kurdistanê dike.’’

Fermandarê berê yê PKK’ê got: ‘’Me jî berê ji rêveberiya PKK’ê pirs kir, çima çalakiyên xwe em nabin Bakurê Kurdistanê? Li dijî me rawestan û em wek kirêgirtî û têkder pênase kirin, qaşo me peyrewa partiyê têkdaye. Ji bo min pir ecêb hat, li Bakurê Kurdistanê çalakî nebû, hatibûn li Başûrê Kurdistanê pirsgirêk çêdikirin û xelk teror dikirin. Bi wan karane jî xelkê Bakurê Kurdistanê û bi taybet jî ewên xwedî hizra netewî û kurdîniyê, bi temamî xwe ji PKK’ê vekêşandin û baweriya wan bi PKK’ê nema.’’

Bi aşkerayî diyar kir ku rêveberiya PKK’ê baweriya xwe bi kurdîniyê nemaye û got: ‘’Naha mijûlî bazirganî û pare peydakirinê ne. Bi firotina petrola Rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê PYD’ê ve û vegerandina wî pareyê bo Qendîlê û xerckirina ji bo rêxistinên xwe yên Ewrupayê ve mijûlin. Derveyî wê jî hin ciwanên Başûrê Kurdistanê birine Qendîlê û bi awayekî hovane îşkence kirine. Tîka dikim bila malbatên wan bigehin wan. PKK’ê birine bo beşa xweteqandinê li Qendîlê û perwerde kirine. Armanca PKK’ê ji bo wê ew e, ku bibêjin li Başûrê Kurdistanê jî xelk heye li ser hizra PKK’ê hatine kuştin, ku desthilat û hegemona xwe zêde bikin.’’

Pustên heman beş