20 hezar darên zeytûnan li derdora Hewlêrê tên çandin

hewler-kurdistan-zeyton

Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo hilberîna zeyta zeytûnan, 20 hezar darên zeytûnan li derdora Hewlêrê tên çandin.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, projeya çandina darên zeytûnan li nahiya Kesnazanê tê cibicîkirin û ji aliyê Dezgeha Rewanga ve û bi hevahengiya rêxistina Almanî GIZ ve tê piştgirîkirin.

Herêma Kurdistanê ev çend sal in bûye navendeke guncaw ji bo berhemanîna zeytûn û zeyta zeytûnan, di vê çarçoveyê de bi sedan cotkaran zeviyên xwe bi zeytûnan çandine. Zeytûn li 7 kargehên Herêma Kurdistanê tên guvaştin.

Cotkar Şakir Mihemed ji K24ê re ragihand, “Axa Kurdistanê zêr e û pir guncayî ye ji bo çandina darên zeytûnan. Ji ber dewlemendiya axa me û hebûna hejmareke mezin ya darên zeytûnan, pêwîst nake em salane zeytê zeytûnan ji derve bînin.”

Silêman Şêxo ku xwediyê kargeheke zeytûnan e dibêje: “Em dikarin zeytê zeytûnê ji navxwe û derve re dabîn bikin, ev yek dê sûdeke baş bide cotkaran. Hêvîdar im çandina darên zeytûnan zêde û geş bibe, ji ber ku fêdeya madî ya zeytûnan heye.”

Giringîdan bi kertê çandiniyê, piştevaniya cotyaran û hinardekirina berhemên navxweyî, ji karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û hikûmet bi rijdî kar ji bo wê meremê dike.

Pustên heman beş