PYD di şandina sûtemeniyê de bo navçeyên rêjîmê berdewam e

PYD di şandina sûtemeniyê de bo navçeyên rêjîmê berdewam e

Hevdemê hebûna kirrîza sûtemeniyê li navçeyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê, rêveberiya PYD’ê di firotin û şandina sûtemeniyê bo navçeyên di bin kontrola rêjîma Esed û opozisyona Sûriyê de berdewam e.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku roja Pênşemê 23/5/2024an bi dehan barhilgir giheştin rojavayê kurdistanê, ji bo veguhestina petrolê ji bo navçeyên bin kontirola rêjîma Esed.

Li gorî Rewangehê ew barhilgirên bi ser rêjîmê ve di rêya dergehê Tebqa li gundewarê Reqayê giheştin bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo veguhestina petrol bo navçeyên rêjîmê.

Şandina sûtemeniyê di çarçûveya berdewamiya kirîza sûtemeniyê mîna mazot û benzînê li deverên di bin kontirola PYD’ê de tê.

Pustên heman beş