Dayikên Şemiyê hezar hefte ne daxwaza aşkerekirina çarenivîsa zarokên xwe dikin

Dayikên Şemiyê hezar hefte ne daxwaza aşkerekirina çarenivîsa zarokên xwe dikin

 Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirov Ercan Yilmaz got, di heftiya hezarî de jî li her derê yek daxwaza wan heye, ew jî çarenivîsa kesên hatine windakirin were diyarkirin û berpirs bên dadgehkirin û sizadan.

Dayikên Şemiyê di hefteya Hezarî de, li Diyarbekir û Stenbolê careke din daxwaza diyarkirina çarenivîsa kesûkarên xwe kirin. Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirov Ercan Yilmaz got: “Îro sih salî û hezar hefteya çalakiya kesûkarên windayan û parêzvanên mafên mirov e. Hezar Hefte, dayik û kesûkarên Şemiyê, bi binçavkirinan, kiryarên xirabî û êşkenceyan û gefan re rûbirû man. Li tu carê netirsiyan û xwe neçemandin. Ev wêrekiya wan bo hemû dijbereyên civakî dê bibe nimûne.”

Yilmaz got jî: “Em ji Diyarbekirê çalakiya Dayikên Şemiyê silav dikin. Hestên me li gel wan e û hevgirtina me didome. Em dibêjin bo me her dever Meydana Galatasaray e, her dever Cadeya Gulistan ya Diyarbekirê ye. Li hemû deveran daxwaza me yek e, windayên me bên dîtin, berpirs bên dadgehkirin.”

Dayikan sala 1995 li Meydana Galatasaray ya Stenbolê, bi armanca diyarkirina çarenivîsa zarokên xwe ku ji hêla hêzên dewletê ve hatine revandin, dest bi çalakiyê kirin.

Dayikan çalakiya xwe her hefte roja Şemiyê wek rûniştin û daxuyaniya rojnamevaniyê encam didin û daxwaza diyarkirina çarenivîsa kesûkarên xwe dikin.

Bi salan rê nehatiye dayîn, dayik û kesûkarên windayan çalakî encam bidin. Lê Cîgira Serokê Fraksiyona AK Partiyê Ozlem Zengîn got, vê hefte rê ji bo çalakiyê tê dayîn.

Pustên heman beş