Nasnameya du qurbanyên din yên berxwedana saxte aşkere bû

pkk-jin-kec-turkey-info

Partiya Karkeran du keçên din yên Kurdan di berxwedana xwe ya saxte de feda kirin, piştî ku li 7 Nîsana rabûrî bi destê artêşa dewleta Tirk dayine kuştin, îro jî hatiye dibêje: Ew milîtanên xeta azadîya jinê û rêber Apo bûn!.

Rêxistina PKKê nasnameya du keçên yên Kurd bi navê “Fatme Ebdulxaliq ji Colemêrgê” û “Rîma Mihemed” ji Efrînê aşkere kirin ku li 7 Nîsana îsal 2024ê li devera Zapê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û nû ve mirina wan îfşa kirî ye.

Partiya Karkeran di daxuyanîya raghandina mirina van keçan de gotiye: Ew milîtanên xeta azadîya jinê û rêber Apo bûn, ew fedayî Apo bûne!.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş