Berpirsekî PKKê bi navê “Sofî” hate kuştin

Mehmet Yildirim -net

Di operasyoneke Tirkiyê de ku li sînorê Amedê pêkhatîye, berpirsê PKKê yê bi navê kod Sofî ku di lîsta gewr ya dewletê de cîh digre, hate kuştin.

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya ragihand ku di operasyona “Bozdogan-40″ê da ya ku li Licê tê encam dayîn, berpirsê PKKê yê bi navê, “Mehmet Yildirim” bi kodnavê “Sofî” hat kuştin.

Destnîşan kir ku berpirsê PKKê yê bi navê Mehmet Yildirim ji encam dayîn 6 çalakiyên terorîstî berpirsyare.

Her wiha got ku di operasyonê de cendirmeyekî wan birîndar ketiye.

Wezîrê navxweyî yerlîkaya li ser hesabê xweyê medyaya civakî destnîşan kir ku piştî xebatên bi hevbeşî yên fermandarya cendirmeyê ya parêzgeha Diyarbekrê, serokatiya îstixbaratê ya cendirmeyê, serokatiya Mîtê, operasyon hat lidarxistin.

Pustên heman beş