Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokek 18 salî ji Minbicê revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" zarokek 18 salî ji Minbicê revand

Li bajarê Minbicê çeteyên PKK’ê yên bi navê “Tevgera Ciwanên Şoreşger”, zarokek temen biçûk bi armanca tevlîkirina wî di nava refên partiyê de revandin.

Li gorî agahiyan, çeteyên PKK’ê zarokê bi navê Subhî Mihemed El-Mensûr 14 salî, navê diya wî Sede, ji dayik bûyê 10ê Nîsana 2010’an li bajarê Minbicê yê Rojhilatê bajarê Helebê revand.

Tevî ku HSD’ê di Xizîrana 2019’an de bi netewên yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li rêveberiya xweser û HSD’ê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Pustên heman beş