Artêşa Tirkiyê 3 çekdarên YPGê kuştin

YPG-3-turkey-info

Artêşa Tirkiyê di êrîşekê de ku li Rojava Kurdistanê encam daye, 3 çekdarên YPGê kuştin.

Ajansa Anadolu îro roja yekşemî 26\5\2024ê belav kir ku artêşa Tirkiyê li herêma Mertala Feratê ya li bakurê Sûryeyê 3 çekdarên YPGê “baskê leşkerî yê PKKê li Rojava Kurdistanê” kirine armanc.

Di vê derbarê de wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê got: “Hêzên me yên çekdar, li herêma Mertala Feratê li bakurê Sûryeyê 3 çekdarên PKKê\YPGê ku gulle avêtbûn wan, armanc girtin”.

YPGê derbarê nasnameya van çekdarê xwe û êrîşê ti agahî neda ne.

Pustên heman beş