Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî kurd ji kampên Şehbayê jî revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" zarokekî kurd ji kampên Şehbayê jî revand

Endamên grûpa çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast fermana ji Qendîlê werdigre di revandina zarokên biçûk de berdewam e, herî dawî zarokekî 15 salî ji kampên Şehbayê li Helebê revand.

Li gor agahiyan, roja sêşemê (21/5/2024) çekdarên tevgera çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” zarokê 15 salî yê bi nave Elî Celal Sîdo ku ji gundê heyatê yê navçeya Mabetaya Efrînê ye ji kampên Şehbayê li gundewarê Helebê revand, û ta niha çarenivîsa wî ne diyare.

Piştî revandina vî zarokî malbata wî ji aliyê HSD’ê ve hatiye haydar kirin ku kurê wan yê biçûk li yek ji navendên wan yên taybet bi leşkerkirin û rahînankirina zarokane.

Pustên heman beş