Cotkarên Amûdê li dijî PYD’ê derketin cadeyan

Cotkarên Amûdê li dijî PYD’ê derketin cadeyan

Di şermezarkirina nirxên nedadperwerane yên ku li ser berhemên çandiniyê ji bo cotkaran, bi taybetî genim, hatine sepandin cotkarên bajarê Amûdê yê rojavayê kurdistanê derketin xwepêşandanekê, û daxwaza sererastkirina nirxê genim kirin.

Duh roja yekşemê (26.5.2024) cotkarên bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûriyê derketin xwepêşandanekê bo şermezarkirina biryara rêveberiya PYD’ê, ku nirxê genim bi 31 sintan destnîşan kiriye, û têde daxwaza serastkirina nirxê her kîloya genim bi 50 sentan kirin.

welatiyan siloganên “Êdî bes e”, “Me zeviyên xwe bi xwîna xwe av daye û em bêberamber nafiroşin”, “Em daxwaza serastkirina biryarê bo 50 sintan dikin û mirin û ne sivkatîkirin” bilind kirin.

Roja yekşemê (26.05.2024) rêveberiya PYD’ê nirxê yek kîlo genim li gor sîstema hejmarî ya demsala 2024’an bi (31) sentî diyar kir.

Pustên heman beş