PKKê mirina vî fermandarê xwe 4 salin veşartiye

Reşîd Serdar-net

Nasnameya fermandarekî din yê HPGê aşkere bû ku 4 salan berê li sînorê Wanê ya li Bakurê Kurdistanê hatiye kuştin û ji nû ve mirina wî îfşa bû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja duşemî 27/5/2024ê nasnameya fermandarekî xwe yê bi navê Mistefa Şehabeddîn bi kodnavê Reşîd Serdar aşkere kir ku li 27 gulana sala 2020ê li herêma Nordiz ya girêdayî Payîzava ya Wanê ketiye ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest daye.

HPGê mirna fermandarê xwe Mistefa Şehabeddîn weke bi sedan kadro û fermandarên din bo dema 4 salane veşartî hişitbû û îro ji nû ve hatiye dibêje em wî bi rêzdarî bibîrtînin.

Di pesnî vî fermandarê xwe de PKKe dibêje: “Reşîd wateya jiyanê di nava PKKê de dît. Ewî pîvanên mîlîtanya Apoyî ji bo jiyanê ji xwe re esas girtbû!”.

Ev pesna PKKê li demekî tê ku pîvanên milîtanya Apo tenê mirinê pêşkêş ciwanên Kurdan dike.

Pustên heman beş