Li wanê bi sedema PKKê 6 kes hatin desteserkirin

wanê bi sedema PKKyê

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi sedema “alîkarî û propagandaya PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 20-26ê Gulanê de bi armanca rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê operasyon hatine kirin.

Li parêzgeha Wanê di operasyonên cuda yên vê heftiyê de bi sedema “alîkarî û propagandaya PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.

Derbarê kesên hatin desteserkirin karên yasayî hatine destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “sedema PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Pustên heman beş