Xetereya PKK’ê li ser gundên parêzgeha Duhokê pirr zêde bûye

Balafir-20-pkk-barwari-bala-duhok-kurdistan-info

Êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta tirk li ser binke û liv û tevgerên PKK’ê li sînorê parêzgeha Duhokê pirr dijwar bûne, bi awayekî ku di 5 rojên rabûrî de, pêtirî 10 gund û deverên diyar yên sînorê Duhokê ketine ber êrîşan û zirareke mezin bi şêniyên wan ketiye.

Darka Mazî bîlançûya 5 rojên rabûrî, ango ji 22 heya 27 Gulana 2024’an yên liv û tevgerên PKK’ê li sînorê parêzgeha Duhokê û gund û herêmên ku ketine ber êrişên hewayî yên dewleta Tirkiyê bi dest xistine û eşkere dibe ku ji 22ê Gulanê ve balafirên dewleta tirk û artêşa wê PKK’e li pêtir ji 10 gund û navçeyên parêzgeha Duhokê hedef girtiye.

Gund û deverên Duhokê yên ku ji 22ê meha Gulanê ve bi sedema PKK’ê rastî bombebaranê hatîn evin:

Gundê Dergela Mûsa Begê

‎2024/5/21‏:

Saet ‎1:40‏ heyanî ‎2:30‏ nîvro topxaneya artêşa Tirkiyê aqarê gundê Dergela Mûsa Begê li devera Berwarî Bala bi 6 gulletopan armanc kiriye.

Her wiha Gundên Guherzê, Şêlaza û Guyilka, Berçî û Sergelê jî hatine hedef girtin.

‎2024/5/22‏:

Saet ‎10:05‏ sibehê topxaneya artêşa Tirkiyê tunela li hindavî gundê Guherzê yê girêdayî nahiya Dêrelok li devera Nihêliya topbaran kirîye.

Saet ‎2:10‏ heyanî ‎2:20‏ nîvro dengê teqeka zor li nêzîkî gundê Şêlaza li nahiya Kanîmasê li devera Berwarî bala hatiye, piştre saet ‎2:25‏ nîvro topxaneya artêşa Tirkiyê ya li ser Gabnîrkê 3 top li nav gundê Şêlaza dane.

‏Saet ‎4:10‏ heyanî ‎4:20‏ êvarê topxaneya artêşa Tirkiyê zêdetir ji ‎15‏ ‏gulle topan li geliyê Dergela Mûsa Begê û Guyilka ‏ li devera Berwarî bala dane.

Saet ‎11:30‏ sibehê heyanî roja paştire saet ‎12:20‏ şevê du balafirên ji corê helîkopter yên artêşa Tirkiyê aqarê gundê Dergela Mûsa Begê li nahiya Kanîmasê li devera Berwarî Bala bi çekê doşka û mûşek bordumankirîye.

Saet ‎7:04‏ heyanî ‎7:15‏ êvarê balafirên artêşa Tirkiyê deverên Gîzanê, Serê Şara û Trraşa Beraza ku dikevne aqarê gundên Berçê û Sergelê li nahiya Dêrelok li devera Nihêliya bordumankirîne û hejmara 4 mûşekan lêxistine.

Saet ‎10:30‏ şevê topxaneya artêşa Tirkiyê Deriyê Bêra li Rojavayê tunêla hindavî gundê Guherzê li nahiya Dêrelok li devera Nihêliya topbaran kirîye.

Geliyê Bêşîlê û tunêla hindavî Guherzê

 24\5\2024:

Saet ‎6:05‏ heyanî ‎6:20‏ êvarê balafirên artêşa Tirkiyê aqarê gundê Şêlaza, geliyê Dergela Mûsa Beg û geliyê Bêşîlê li devera Berwarî Bala bordomankirîne û hejmara 4 mûşekan lêxistine, her wisa saet ‎6:10‏ mexreb tunela hindavî gundê Guherzê li Nahiya Dêrelok li devera Nihêliya bordumankirîne û yek mûşek lêdaye.

 25\5\2024:

Saet ‎6:15‏ heyanî ‎6:20‏ mexreb balafirên artêşa Tirkiyê aqarê gundê Şêlaza û geliyê Dergela Mûsa Begê li devera Berwarî Bala bordumankirîne ‏û hejmara du mûşekan lêxistine.

Saet ‎10:15‏ heyanî ‎11:00‏ şevê du balafirên ji corê helîkopter yên artêşa tirkiyê aqarê gundê Bêşîlê – nahiya Kanîmasê ‏ devera Berwarî Bala bi çekê doşka û mûşek bordumankiriye.

 26\5\2024:

Saet ‎12:00‏ nîvro balafirên artêşa Tirkiyê geliyê Dergela Mûsa beg li devera Berwarî Bala bordumankiriye û yek mûşek lêdaye.

Saet ‎5:45‏ ta ‎6:20‏ êvarê balafirên artêşa Tirkiyê geliyê Bêşîlê li devera Berwarî Bala û tunela gundê Guherzê li devera Nihêliya bordumankirîne û hejmara du mûşekan lêxistine.

Saet ‎11:20‏ şevê du balafirên ji corê helîkopter yên artêşa Tirkiyê bi çekê doşka teqe li aqarê gundên Bêşîlê û Dergela Mûsa Begê li devera Berwarî Bala kiriye.

Deriyê bîra, Geliyê Bazê û Şikefta Babekra

‎l27\5\2024:

Demjimêr ‎12:56‏ piştî nîvro û ‎4:12‏ êvarê topxaneya artêşa Tirkiyê pişta gundê Guherzê, tunela Guherzê û deriyê bîra li nahiya Dêrelok li devera Nihîliya topbarankirîne.

Demjimêr 5:40 ‏êvarê balafirên artêşa Tirkiyê geliyê Bazê û Şikefta Babekra devera Berwarî Bala bordumankirîne û du mûşek lêxistine.‎

Ji destpêka meha Gulanê ve dewleta tirk êrîşên asmanî li dijî PKK’ê li Başûrê Kurdistanê taybet li sînorê parêzgeha Duhokê dijwar kirine, PKK’ê wendahiyên mezin da ne, ev yek li demekî tê nêzîkbûna şer û pevçûnan bo sînorê gundên parêzgeha Duhokê nîgeraniyek mezin li cem şêniyên gundan çêkiriye û PKK’e bi vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Duhokê ji şênîyan werin vala kirin.

Pustên heman beş