Fermandarekî din yê PKKê li Zapê hate kuştin

Musleh-Burhan---info

Fermandarekî din yê PKKê bi êrîşa asmanî ya dewleta Tirk hate kuştin û rêxistinê ev du mehin mirina wî veşartî hiştiye.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPGê îro roja çarşemî 29/5/2024ê daxuyanî derbarê fermandarekî xwe yê bi navê Musleh Burhan bi navê kod Hewrê Çiya da û tê de got ku ev fermandarê wan li 24 adara îsalê li Zapê ketiye ber êrîşan û hatiye kuştin.

HPGê weke tev gerîla û fermandarên din yên ku hatine kuştin, mirina fermandarê xwe Musleh Burhan jî veşartî hiştiye û îro paş derbasbûna du meh û 5 rojan ji nû ve mirina wî îfşa kir.

Li gorî daxuyaniyê, HPGê Musleh Burhan bi “fermandarê fedayî yê Apo pesin kiriye û gotiye ew di êrişa dijimin de canê xwe ji dest daye.

Fermandarê HPGê Musleh Burhan ji bajarê Ciwanroyê yê Rojhilata Kurdistanê ye û berya du mehan li Zapê hatibû kuştin.

Pustên heman beş