Cotkarekî Kurd wek yekem cotkarê nimûneyî li ser astê Rojhilata Navîn hat hilbijartin

Cotkarekî Kurd wek yekem cotkarê nimûneyî li ser astê Rojhilata Navîn hat hilbijartin

Cotkarekî ji gundê Kirbiçine yê parêzgeha Silêmaniyê wek 13emîn cotkarê nimûneyî li ser astê cîhanê û yekemîn cotyar jî li ser astê Rojhilata Navîn hat hilbijartin.

Şêx Cemalê Kirbiçine yê ji gundê Kirbiçine yê li navçeya Singawe, îro 29ê Gulanê nameyek ji Zanîngeha Wageningen a Hollandî û Tora Cotkarên Stêrkên Cîhanê yên Light House wergirt.

Di nameyê de hat gotin ku Şêx Cemalê Kirbiçine wek 13emîn cotkarê nimûneyî li ser astê cîhanê û yekemîn cotkar jî li ser astê Rojhilata Navîn hatiye hilbijartin.

Di dîrokê de yekem car e navê Kurdistan dikeve ser nexşeya 12 welatên ku di warê çandiniyê de pêşketî ne, ku bi lêkolînên xwe yên girîng û akademîk têne naskirin.

Pustên heman beş