Li Amûdê û Dirbêsiyê xwepêşandan li dijî biryara PYDê berdewam in

Li Amûdê û Dirbêsiyê xwepêşandan li dijî biryara PYDê berdewam in

Xwepêşandanên şermezarkirina biryara rêveberiya PYDê ya derbarê nirxê genim li bajar û bajarokên rojavayê kurdistanê û navçeyên din yên di bin destê wê de, bi taybetî li bajarên Amûdê û Dirbêsiyê berdewam in.

Roja Sêşemê (28.05.2024) cotkarên bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê ji bo sêyemîn roj li ser hev, derketin xwepêşandanekê û daxwaza sererastkirina nirxê genim kirin. .

Xwepêşanderan siloganên “ne li simbilê xwe welat ranazê, bi çarşefên xwe pêl nekin – risqê me hêla sor e – me genimê xwe bi xwîna xwe av daye û em bêberamber nafiroşin – dijmin me bi guleyan dikuje, hûn jî bi biryarên xwe me dikujin bilind kirin.

Herweka di heman rojê û bo duyemîn roj li ser hev, xelkê bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê derketin xwepêşandanên girseyî, û biryara rêveberiya PYDê derbarê nirxê genim ji bo sala 2024.

Di xwenîşandanê de siloganên mîna Xwepêşanderan pankartên bi nivîsa “ev biryar sivkatiye ji xwîna şehîdan re – pêwîst e lêvegerek li biryara sitemkar û ne rewa were kirin.

Di daxuyaniyekê de yek ji cotkaran tekez kir ku rêveberiya PYDê bi vê biryarê daxwaz ji me dike ku em dev ji welatê xwe berdin û gotinek taybet ji fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanî re kir û got: bi mebest min. şal cil û bergên erebî li xwe kir, ji ber ku ez dizanim hûn ji pêkhateya ereb hez dikin, mixabin em gihîştine vê qunaxê.

Desteya Çandinî û Avdanê ya rêveberiya PYD duh Sêşemê (28.05.2024) di kongirekî rojnamevanî de ragihand ku nirxê kirîna genim (31) sintan nayê guhertin û nirx wê weke xwe bimîne.

Duşemê jî xwenîşandanên nerazîbûnê bi heman mebestê li bajarê Reqayê û Dêra Zorê bi rê ve çûn.

Cotkarên bajarokê El-Izba li gundewarê bakurê Dêra Zorê jî duh, Duşemê, beşdarî xwenîşandaneke mezin bûn, ku tê de xwepêşanderan biryara rêveberiya PYDê derbarê bihakirina genim a sala 2024an şermezar kirin.

Roja yekşemê (26.5.2024) rêveberiya PYDê nirxê kîloya genim bi (31) sentan diyar kir, li gor sîstema hejmarî ya demsala 2024an destnîşan kir ku di salên bûrî de nirxê genim wiha bû. : Di sala 2023an nirx bi 43 sintan bû û di sala 2022an de bi 55 sintan bû.

Pustên heman beş