Li Bexdayê êrîş li kompanyayeke Amerîkî û peymangehek Brîtanî hatin kirin

Amerîkî-û-peymangehek-Brîtanî

Jêderekî ewlekarî ya Îraqî ragihand, şaxeke kompanyaya keresteyên avahîsaziyê ya Amerîkî (Caterpillar) û Enstîtuya Perwerdehiya Cambridge ya Brîtanî îro danê sibê li Bexdayê rastî êrîşan hatin.

Wî jêderî eşkere kir ku şaxê Caterpillar yê li devera Çadiriye ya li nava Bexdayê bi bombeyeke dengî hatiye armanckirin.

Diyar kir jî, Peymangeha Cambridge ya Brîtanî li Kolana Filistînê ya li rojhilatê Bexdayê bi bombeyeke çêkirî hatiye armanckirin.

Di encama her du êrîşan de, ti ziyanên canî nehatine tomarkirin û tenê ziyanên madî gihîştine avahî kompaniyayê û peymangehê.

Ev êrîş piştî wê tê, yekşema borî du xwaringehên KFC yên Amerîkî, yek li Kolana Filistînê û ya din jî li navçeya Karada ya li Bexdayê rastî êrîşan hatibûn.

Pustên heman beş