Şengal.. Li ser revandina 5 keçên wan hozeke Ereb karê şer li dijî PKK’ê dike

Şengal.. Li ser revandina 5 keçên wan hozeke Ereb karê şer li dijî PKK’ê dike

Li ser revandina 5 keçên temen biçûk yên ji hozeke Ereb ji gundê “Um Zîban” li sînorê Şengalê, alozî derketiye û ciwanên wê hozê çek hilgirtine û karê şerî li dijî PKK’ê kirine.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, duh roja çarşemî 29\5\2024ê 5 keçên temena wan di navbera 13 bo 15 saliyê de ku ji hozeka Ereb ya nîştecîha komelgeha “Um Zîban” ya li sînorê Şengalê wendabûne, paş ku teqîba wan hatiye kirin derket holê ku ji hêla saziyên sivîl yên PKK’ê ve hatine xapandin û piştre revandine.

Çavkaniyên me eşkere kirin, ew 5 keçên biçûk ji hozeke Ereb in, ji komelgeha “Um Zîban” ya girêday navçeya Qehtaniyê ya nêzî Şengalê ne, rêxistina PKK’ê ew bi navê encûmenên saxte yên jinan xapandine û piştre bo cîhekê nediyar birine.

Navê keçên revandî evin:

  1. Zahiye Mutleg Salih Ehmed Dilêmî – ji dayikbûn 2010 – navê dayikê: Zahra Himêdî.

  2. Duaa Ewad Mihemed Dilêmî – ji dayikbûn 2014 – navê dayikê: cewahir Casim Himûd.

  3. Şahe Semîr Himêdî Salih Dilêmî ji dayikbûn 2009 – navê dayikê: Hayat Mihemed Himûd.

  4. Rahaf Nasir Casim Himûd Dilêmî – ji dayikbûn 2013- navê dayikê: Maşal Mihemed Himûd.

  5. Ruweyde Maysar Casim Himûd Dilêmî – ji dayikbûn 2013 – navê dayikê: Minîb Sebî Mihemed.

Çavkaniyên Darka Mazî her wiha destnîşan kirin, wê hoza Ereb karê şer li dijî PKK’ê kiriye û baregehên PKK’ê yên li komelgeha “Um Zîban” kontrol kirine û rewş li wir pir aloz bûye, artêşa Îraqê û Milîsên Heşda Şebî û PKK’ê jî li Xanesorê ketine di rewşa amadebaşiyê de.

Çavkaniyên me eşkere kirin, bavê yêk ji wan keçan li gel rêxistinên PKK’ê tev digere û ew keç bi rêya wî hatine xapandin û revandin.

Li gorî agahiyên destê me, niha danûstandin di nêvbera hoza Ereb û fermandarîya Heşda Şebî tê kirin ji bo ku çarenûsa wan keçan bê eşkere kirin û ji boy malên wan werin vegerandin û ji boy vê jî wê hozê molet daye PKK’ê ku zû keçên revandî vegerînin.

Çavkaniyên Darka Mazî derbarê rewşa herî dawî ya mijara revandina 5 keçên Ereb destnîşan kirin ku hêjan alozî di gundê “Um Zîban” de heye û PKK’e îdîa dike ku haya wê ji revandina wan 5 keçan nîne û şêniyên gund li cem artêşa Îraqê doz li PKK’ê kirî ye.

Di vê derbarê de parlamenterê Îraqê Ebdulrehîm Şemerî got ku rêxistina PKK’ê bi navê encûmenên jinan keçan dixapînin û piştre wan keçan li beranberî kujmê 100 heya 200 dolaran erkdar dikin.

Her derbarê revandin û keç û zarokên kurd û netewên din ji hêla milîs û çeteyên PKK’ê ve, şêniyên gundê “Bir Carî” jî êrîşî baregeha encûmena karûbarên eşîran ya ser bi PKK’ê ve kirin û xwestin baregehê bişewitînin, ji ber ku keça bi navê “Necud Wismî Mihemed El Şerabî” ku ji dayikbûya sala 2010an e, ji hêla çeteyên PKK’ê ve hatibû razî kirin ku tevlî refên YBŞê li çiyayê Şengalê bibe, lê belê rîhispiyên gundê navbûrî pêşî li şêniyên gund girt û nehiştin ku baregeha PKK’ê bişewitînin ji bo ku alozî dernekeve.

Pustên heman beş