Şandeya PWKyê ji bo piştgirîyê seredana Pîne Cafeyê kir

Şandeya PWKyê ji bo piştgirîyê seredana Pîne Cafeyê kir

Şandeyeke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji rêvebirên PWKê pêk hatibû, îro 30.05.2024an li Diyarbekirê ji bo piştgirîyê seredana Pîne Cafeyê kirin.

Li gorî daxuyaniyeke Buroya Ragehandinê ya PWKê, Desteya PWKê girtina xwedîyê Pîne Cafeyê Ramazan Şîmşek protesto kirin û gotin “Em li gel Pîne Cafeyê, li gel rêzdar Ramazan Şîmşek in. Divê Ramazan Şîmşek di demildest de bê berdan. Pîne Cafe li zimanê kurdî xwedî derdikeve, divê em jî li Pîne Cafeyê xwedî derkevin’’.

Polîsên Tirkiyeyê duhî danê sibehê 29ê Gulanê li Diyarbekirê bi ser kafteryayekê de girt û xwediyê wê Ramazan Şîmşek desteser kir, Li gorî kes û karên Şîmşek jî, ew ji ber xizmeta ku bi zimanê Kurdî pêşkêş dikir, hatiye binçavkirin.

Pustên heman beş