Li Silêmaniyê di bin zextên PKK’ê de karîkatûreke hunermendekî ji Rojava Kurdistana nehat nîşandan

Li Silêmaniyê di bin zextên PKK’ê de karîkatûreke hunermendekî ji Rojava Kurdistana nehat nîşandan

Berhemên karîkaturîst Dijawar Îbrahîm bi zextên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Silêmaniyê di pêşangehekê de hatin astengkirin û hunermend sedema vê yekê eşkere kir.

Roja Duşemî 27.05.2024, pêncemîn civîna navdewletîya karîkatorên kurdî li Silêmaniyê bi armanca nîşandana berhemên wêneyên hunermendanên li ser nivîskarê mezin Yaşar Kemal hat lidarxistin.

Karîkatorîstê ji Rojava Kurdistana ê Dijwar Îbrahîm ji ajansa Basnewsê re got: “ez wek baştirîn karîkatorîstê sala 2023 li Îraqê hatim hilbijartin û ez ne kesekim ku nû dest bi kar kiriye, rêkxerên pêşangehê ji min xwast berhemekî xwe ji wan re bişînim, min ji wan re karekî hunerî li ser Yaşar Kemal şand û wan got ku ew gihiştiye dest me, lê dema pêşangeh vebû, tenê karê min nehat pêşandan.

Got jî: çend roj berê peywendî bi rêkxerên pêşangehê re kirîye, lê wan bersiv nedane û got: “ez nizanim çima tu bersivê nadî tevî ku tu peyamên min dibînî.”

Hunermendê kurd di berdewamiya axaftina xwe de got: “ti gumana min nîne ku ev yek di bin fişara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) û hêzên nêzîkî PKK’ê yên li Rojavayê Kurdistanê de hatiye kirin, bi taybetî dema ku kesekî ji Rojavayê Kurdistanê anîne pêşangehê û PKK’ê ji wan re gotiye ku ew karîkatorîste, lewra navê min rakirin.”

Got jî: “ez wisa difikirim ku sedema duyem jî ewe ku ez rismên xwe di (Bas News) de diweşînim û mixabin hîn zîhniyeta siyasîya serdest li Silêmaniyê peyama hunerî fam nake, eger wisa nebe ew karekî hunerî ji ber sedemên siyasî paşguh nake.”

Dijwar Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got: “Partiya Karkerên Kurdistanê û Yekîtiya Niştmaniya Kurdistanê min dijminê xwe dibînin ji ber ku ez bi karîkatorên xwe xiyanet, qaçaxçîtî, dizî û gendeliya her du partiyan li pêş çavên xelkê eşkere dikim.”

Pustên heman beş