Li Qamişlo 4 şervanên HSDê di êrîşên Tirkiyeyê de hatin kuştin

Li Qamişlo 4 şervanên HSDê di êrîşên Tirkiyeyê de hatin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di êrişên artêşa Tirkiyeyê li ser Qamişlo û Til Hemîsê de, 4 şervanên wan hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de diyar kir, artêşa Tirkiyeyê duhî êvarê bi dronan 8 caran êrişî xalên HSDê, mal û otomobîlên sivîlan kirin.

Da zanîn jî, dronên Tirkiyeyê li herêma Til Hemîsê xaleke HSDê û li derdora bajarê Qamişloyê xaleke Hêzên Erka Xweparastinê bombebaran kirin. Herwiha li Qamişlo du caran malên sivîlan û 3 caran jî otomobîlên sivîlan bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê aşkere kir, ambulansa ku hewl dida kuştî û birîndaran rake nexweşxaneyê jî hat armanckirin.

Aşkere kir jî, di encama wan 8 êrîşan de, 4 şervanên HSDê hatin kuştin û 11 kesên sivîl jî birîndar bûn.

Ev êrîşên Tirkiyeyê piştî wê tên, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berî du rojan gefa wê yekê xwaribû ku ew bi ti awayî rê nadin hibijartinên şaredariyan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bên kirin.

Li gorî zanyariyan, ji destpêka 2024an ve û artêşa Tirkiyeyê 77 caran navçeya Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser kirine armanc û di encamê de 24 kes hatine kuştin û 37 kes jî birîndar bûne, di nava wan de 16 sivîl hene.

Pustên heman beş