Xwediyê PÎNE kafê hate sizadan

Xwediyê PÎNE kafê hate sizadan

Xwediyê PÎNE kafê Remezan Şîmşek bi zîndaniya malê û qedexeya derketina derve hate sizadan.

Xwediyê PÎNE kafê yê Diyarbekirê Remezan Şîmşek, ji ber ku li kafeya xwe xizmeta bi zimanê Kurdî pêşkêş dikir, bi tometa bangeşeşeya rêxistina terorê, handana kîn û neyartiyê û bêreziya hemberî gel, roja 29’ê Gulanê hatibû binçavkirin.

Remezan Şîmşek piştî sê rojan derket pêşberî dadgehê û bi sizaya zîndaniya malê û qedexeya derketine derveyî Tirkiyê hate sizadan.

Remezan Şîmşek, bi armanca parastina zimanê Kurdî biryar dabû, li kafeya wî tenê bizimanê Kurdî were axaftin, ew bûbû armanca aliyên nijadperest ên Tirkiyeyê.

Pustên heman beş