Artêşa Îraqê 4 keçên Ereb yên PKKê revandîn, vegerandin

4 keçên Ereb yên PKKê revandîn-info

Artêşa Îraqê 4 keçên ku beriya 3 rojan PKKê ji komelgeha “Um Zîban” revandîn, vegerandin û piştî îfadeyên wan ji hêla dadwerê lekolînê ve hatine wergirtin, vegerîn malên xwe.

Roja çarşemî 29\5\2024ê 5 keçên temena wan di navbera 13 bo 15 saliyê de ku ji hozeka Ereb ya nîştecîha komelgeha “Um Zîban” ya li sînorê Şengalê ne, ji hêla PKKê ve hatbûn revandin, piştre alozî derket û ciwanên wê hozê û kes û karên wan keçan çek helgirtin û karê şerî li dijî PKKê kirin.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin, duh roja înî 30/5/2024ê fermandarê firqeya 20 ya artêşa Îraqê Esîl Hemze derbarê çarenûsa wan keçan li baregeha YBŞê ya li Xanesûrê bi Serhet Efrînî, berpirsê pêwendiyên YBŞê civya û derbarê vegerandina wan keçan ji çiyayê Şengalê gihîştin rêkkeftinê.

Destnîşan kir, berpirsê pêwendiyên YBŞê gef xwarin ku heger ew keç naxwazin vegerin tu hêzek nikare wan ji çiyayê Şengalê bibe.

Li gorî çavkaniyên me, ji sercema 5 keçên revandî 4 jê hatin vegerandin û paş ku îfadeyên wan ji hêla dadwerê lekolînan yê Beac ve hatine standin, bo malên wan hatin vegerandin.

Keçên ku hatine vegerandin navên wan wisaye:

Rehef Nasir Casim jidaykbûya 2012.

Şahe Semîr Himêdî jidaykbûya 2013.

Dua Ewad Mihemed jidaykbûya 2013.

Muna Miyeser Casim jidaykbûya 2013.

Rêxistina PKKê bi navê encumenên jinan, keçên temen biçûk yên Şengalê û derdûra wê dixapîne û piştre wan keçan li beranberî kojmeyê 100 heya 200 dolaran erikdar dikin û tevlî komên xwe yên çekdar dike.

Pustên heman beş