Nasnameya çekdarên beriya mehekê li Xakurkê hatine kuştin aşkere bû

Nasnameya çekdarên beriya mehekê li Xakurkê hatine kuştin aşkere bû

Rêxistina PKKê îro nasnameya 2 çekdaran aşkere kir Yêk jê ji Başûrê Kurdistanê ye ku beriya mehekê li Xakurkê ketine ber êrîşên artêşa Tirkiyê û ji nû îro mirina wan îfşa kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja şemî 1/6/2024ê nasnameya 2 çekdarên xwe aşkere kir ku li roja 27î Nîsana îsalê li herêma Xakurkê ketine ber êrîşên asmanî yên dewleta Tirk û paş derbasbûna mehekê û 5 rojan ji nû ve mirina wan îlan kir.

Navên wan wisaye:

Karwan Nazim Heme Xerîb – ji Germyanê.

Hesin Şêxmûs – Dirbêsyê.

HPGê di pesnê van du çekdarin de jî gotiye ew Apoyî bûn û ji boy Apo fedabûn.

Artêşa dewleta Tirk ji destpêka meha Gulanê ve bi êrîşên asmanî derbên giran li PKKê da ne û her kêm kuştina 35 çekdarên rêxistinê ragihandiye û PKKe derbarê wan ti agahî û daxuyaniyan na de.

Pustên heman beş