Nerazîbûnên li dijî bihayê genim li Rojavayê Kurdistanê berdewam in

Nerazîbûnên li dijî bihayê genim li Rojavayê Kurdistanê berdewam in

Nerazîbûn û mangirtinên li dijî nirxê kirîna genim li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Hevserokatiya Desteya Çandinî û avdanê ya Rêveberiya Xweser, roja 26ê Gulanê biryar da kîloya genim bi 31 sentan ji cotkarên deverê bê kirîn. Di demekê de ku Rêveberiya Xweser sala borî nirxê kîloya genim 43 sent diyar kiribû.

Lê belê cotkarên herêmê ji vê buhayê ne razî ne û ji wê demê ve dardikevin kolanan û daxwaza zêdekirina nirxê genim dikin.

Cotkar û xelkê Rojavayê Kurdistanê di mangirtinên xwe de û daxwaz ji Rêveberiya Xweser dikin ji biryara xwe vegere û dibêjin, lêçûna çandina genim, ji nirxê ku hatiye destnîşankirin zêdetir e.

Her çend e cotkar û welatî ji vê nirxê ne razî ne, lê Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandiniyê Ehmed Yûnis di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, buhayê genim yê destnîşankirî (31 sentên amerîkî) dê wekî xwe be û nayê guhertin.

Her di vê derbarê de jî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryara Rêveberiya Xweser a destnîşankirina nirxê yek kîlo genim bi 31 sintan şermezar kiribû û gotibû, ev yek dê ziyanên mezin bigihîne cotkaran û ewlehiya xwarinê li herêmê bixe metirsiyê.

Pustên heman beş