Li Xwakurkê û Metînayê 14 çekdarên PKKê hatin kuştin

turkey-pkk-kurdistan-rojava-16-net

14 çekdarên din yên PKKê li herêmê Xwakurkê û Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê ketin ber êrîşên dewleta Tirk û hatin kuştin.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja yekşemî 2/6/2024ê ragihand, di çarçûveya operasyona artêşa Tirkiyê de li herêmên Xwakurk û Metînayê êrîş li dijî çekdarên PKKê hatin encam dayîn.

Destnîşan kir, 14 çekdar ketine ber êrîşan û hatine kuştin.

Wezareta parastina netewî her wiha aşkere kir, her îro li herêmên Bakur û Rojihlata Sûryê jî 2 çekdarên PKKê/YPGê hatine kuştin.

Pustên heman beş