Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê êrîş birîn ser avahiya Şaredariya DEM Partî ya li Colemêrgê. Herwiha Hevşaredarê Colemêrgê Mihemed Sidîq Akiş jî li Wanê hate binçavkirin.

Hêzên ewlekariyê şeva borî avahiya şaredariya Dem Partî ya Colemêrgê dorpêç kirin û demjimêrên sibehê bi şikandina deriyan derbasî nava avahiyê bûn.

Li gor medyayê Tirkiyeyê, Hevşaredarê Colemêrgê Mihemed Sidîq Akiş jî di çarçoveya lêpirsînekê de, li bajarê Wanê hate binçavkirin.

Rêveberiya Navendiya DEM Partiyê, êrîşa li ser şaredariya Colemêrgê wek derbeyel binav kir û bang li hemû aliyan kir ku li dijî vê derbeyê rawestin.

Pustên heman beş