Li Colemêrgê bo 10 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Li Colemêrgê bo 10 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Ji aliyê Parêzeriya Colemêrgê ve hat ragihandin ku nav sînorên Colemêrgê de ji 3ê Hezîranê 08.00ê sibê heta 12ê Hezîranê hemu cure çalakî hatine qedexekirin.

Piştî ku Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş li Wanê hat binçavkirin ji aliyê Parêzgeriya Colemêrgê ve hat ragihandin ku li Colemêrgê bo 10 rojan hemû cure çalaki hatine qedexekirin ku bang li welatiyan hat kirin, pabendê qedexeyê bin.

Hat zanîn, piştî Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin hêzên ewlekariyê jî avêtine ser Avahiya Şaredariya Colemêrgê û lêgerîn kirine.

Dem Partiyê jî daxuyaniyek belav kir û bang kir ku bila welatî di çarçoveya demokratîk de di asta herî bilind de bertekên xwe nîşan bidin û bang hat kirin ku hemu aliyên demokrasîparêz divê hember vê derbeyê helwest nîşan bidin.

Dem Partiyê got ku “ev têgihiştina qeyumparêz bo hemu vîna Tirkiyeyê gef e”

Pustên heman beş