Tewaneke din a veşartî di nava PKKê e îfşa bû

Raman-Luqman-info

Nasnameya ciwanekî din yê kurd îro aşkere bû ku rêxistina PKKê salekê berê ew daye kuştin û mirina wî veşartî hiştiye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro mirina çekdarekî xwe aşkere kir ku di kanûna sala rabûrî 2023an de li sînorê Mêrdînê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ye.

Ev çekdar bi navê Raman Luqman tê naskirin, ew ji Qamişlo ya Rojava Kurdistanê ye, PKKê ew xapand, kêşî çiya kir û bi destê artêşa dewleta Tirk da kuştin.

HPGê di pesnê vî ciwanê ji Rojavayê Kurdistanê de dîsa dibêje: Milîtanê me yê Apoyî fedayê Apo bû.

PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dane kuştin û mirina wan veşartî hiştî.

Pustên heman beş