PKKe dibêje me 43 dagîrker di meha Gulanê de kuştine!!

pkk-turk-pkk-vs-turkey-bilanco-info-5

Rêxistina PKKê bîlançoya meha Gulanê ya şer ragihand û li gorî wê 43 eskerên Tirk hatine kuştin û tu amaje bi wendahuyên çekdarên xwe ne dane, hemwext dewleta Tirk kuştina dehan Gêrîlayên di heman mehê de ragihandiye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja duşemî 3/6/2024ê bîlançoya şerê xwe û artêşa Tirkiyê aşkere kir û got ku di vê mehê de çekdarên wan 43 eskerên Tirk kuştine, 4 birîndar kirine.

HPGê ti amaje bi wendahiyên Gêrîlayan ne daye.

Ev bîlançoya HPGê hemwexta daxuyaniyên wezareta parastina netewî ya Tirkiyê tên yên ku ji destpêka meha Gulanê ve dihatin parvekirin û tê de kuştina pêtrî 100 çekdarên PKKê hatiye ragihandin.

Dewleta Tirk û rêxistina PKKê serê hemû mehekê bîlançoyên şer parvedikin û her yêk dibêje me ewqas kuştine, lêbelê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekî taybet li dijî hev dimeşînin, yên ku zirara rastîn ya vî şerê saxte didin, şêniyên Başûrê Kurdistanê ne.

Pustên heman beş