Fermandarek û 2 çekdarên PKKê hatin kuştin

pkk-3-jin-gerila-info

Nasnameya Fermandareka YJA- Star ê û 2 çekdarên din yên PKKê aşkere bû ku ew jî berya du mehan hatbûne kuştin û ji nû ve mirina wan hat ragihandin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja sêşemî 4\6\2024ê mirina 3 çekdarên xwe yêk jê fermandara YJA- Star ê ye aşkere kir ku di 8î Nîsana îsal 2024ê de li çiyayê Metînayê yê li Başûrê Kurdistanê hatbû kuştin û ji nû ve mirina wan ragihand.

Navên wan wisaye:

Bêrîvan Letîf ji Amedê.

Nûrûlla Welî ji Amedê.

Esed Raid ji Qamişloyê.

HPGê di pesnê van çekdaran de gotiye milîtanên me yên Apoyî canê xwe fedayê rêbertiyê kirin, em wan silav dikin!.

Ji destpêka meha Nîsana îsal û heya îro, PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dane kuştin û mirina wan veşartî hiştiye.

Li gorî agahiyên Darka Mazî, rêxistina PKKê mirina bi sedan çekdarên xwe veşartî hiştiye û hêjan nasnameyên wan nehatine aşkere kirin.

Pustên heman beş