PKKê bi ser bingehekî tendirustiyê da girt û hemû pêdawîstiyên têda birin

pkk-gunde-parezan-net

Hejmareke çekdarên PKKê bi ser binkeya tendirustiyê ya gundekî Başûrê Kurdistanê de girtin û tev pêdawîstiyên tê de birin.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin, li rojên rabûrî hejmareke çekdarên PKKê bi ser binkeya tendirustiyê ya gundê Parezan yê girêdayî Pêncwînê de girtin û tev pêdawîstiyên ku di wê binkeyê de bûn birin.

Destinîşan kir, PKKê li roja 22 Nîsana îsalê 2024ê bi ser binkeya tendirustî ya gundê Parezan de giritbû û piştî têkdana binkeyê, hemû pêdawîstiyên tê de weke derman, pêdawîstiyên pizîşkî û pere birin.

Ji destpêka meha Nîsanê PKKê wendahyên mezin da ne, bi dehan çekdarên wê ketine ber êrîşan, loma jî ji boy dabînkirona dermanan rêxiston ketoye di kirîzê de.