Rojava.. 4 partiyên siyasî xwastin hilbijartinên şaredariyan werin paşxistin

Rojava.. 4 partiyên siyasî xwastin hilbijartinên şaredariyan werin paşxistin

Çar partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinê xwestin ku hilbijartinên şaredariyan yên ku biryar e roja 11ê Hezîranê bên kirin, bên paşxistin.

Partiya Yekîtiya Demokratik a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), Partiya El-Weten El-Sûrî, Partiya Guhertin û Pêşketina li Sûriyê û Partiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Demokrat a Sûrî serî li komîseriyê dan û daxwaza paşxistina hilbijartinan kirin.

Li gorî agahiyan, Komîseriya Bilind a Hilbijartinê dê di rojên pêş de derbarê vê daxwazê de daxuyaniyeke bide.

Li gorî biryara Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, hilbijartinên şaredariyan dê roja 11’ê Hezîranê bên kirin.

Ev yek di demekê de ye, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berî çend rojan gefa wê yekê xwaribû ku ew bi ti awayî rê nadin hibijartinên şaredariyan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bên kirin.

Pustên heman beş