Navê “Bûlwara Şêx Seîd” ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve hat betalkirin

Navê"Bûlwara Şêx Seîd" ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve hat betalkirin

Şaredariya bajarê Mezin a Amedê, ya di bin rêveberiya qeyûm de, navê Bûlwara ku di Kanûna borî de hatibû vekirin bi navê Bûlwara Şêx Seîd nav kiribû.

Piştî ku ev nûçe li ser kanalên medyayê belav bû, kesên ku li dijî navê “Şêx Seîd” bûn derketin kolanan û kampanyayeke mezin dan destpêkirin.

Piştî bertekên ku ji gelek cihan bi taybetî ji komên neteweperestên radîkal derketin, ji teref şaredariya di bin kontrola AK Partiyê de daxuyanî hat dayîn û hat destnîşankirin ku ev nav li Bûlwarê nehatiye kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin wezîrê karên hundir yê tirk Alî Yerlîkaya biryara ku şaredariyê dabû, betal kir.

Pustên heman beş