Sizayê zêdetirî 19 salên zindanîkirinê li ser Serokê Şaredariya Colemêrgê hat sepandin

Sizayê zêdetirî 19 salên zindanîkirinê li ser Serokê Şaredariya Colemêrgê hat sepandin

Dadgeha Bilind a Tawanan a Parêzgeha Colemêrgê li ser tawana terorê sizayê 19 sal û şeş mehên zindanîkirinê ji bo Serokê Ji-kar-derxistî yê Şaredariya Colemêrgê Mehemet Sidîk Akiş derxist.

Dadgeha Bilind a Tawanan a Parêzgeha Colemêrgê îro (Çarşem, 05.06.2024) rûniştina xwe ya 61ê ya darizandina Endamê Dem Partiyê û Serokê Ji-kar-derxistî yê Şaredariya Mezin a Parêzgeha Colemêrgê Mehemet Sidîk Akiş bi rê ve bir, ku destpêka doza darizandina wî ji bo sala 2014ê vedigere û dawî biryar li ser wê dozê da ku bi tometa serkirdetiya rêkxistina çekdarî û terorî sizayê 19 sal û şeş mehên zindanîkirinê jê re derxist.

Li dû medyaya Tirkiyeyê, di wê rûniştên de rê bi Mehemet Sidîk Akiş hat dan ku bergiriyê ji xwe bike û daxwaz kiriye ku Dadgeha Têhelçûnê li ser biryara Dadgeha Tawanan a Colemêrgê rabiweste.

Herwesa ew tometên ku ew li ser hatiye darizandin red kirine û ragehandiye ku, “Ew tomet ji aliyê daxwazkerê giştî ve arasteyî wî hatine kirin ji ber ku wî çi tawan nebûne û hizir jî di revînê de nekiriye.

Darizandina Serokê Ji-kar-derxistî yê Colemêrgê di çarçoveya bicihanîna rêkarên tund ên ewlehiyê de bi rê ve çû, ew jî piştî ku berî sê rojan hat desteserkirin û niha postê serokatiya şaredariya Colemêrgê ji aliyê qeyûmî ve tê birêvebirin, ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê kesekî din ji bo wî postî raspartiye.

Di eynî demê de parêzgerên Diyarbekir û Wanê ji bo rêgirtina li çêbûna alozî û xwenîşandanan biryara qedexekirina hemî çalakiyên medenî li wan bajaran da, ev jî piştî ku Hevserokê Dem Partiyê daxwaza diyarkirina nerazîbûna seranserî li dijî desteserkirin û darizandina Mehemet Sidîk Akiş ji alîgirên xwe û welatiyên Bakurê Kurdistanê kiribû.

Pustên heman beş