Bo 7 rojan li Çewligê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Bo 7 rojan li Çewligê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Parêzgeriya Çewligê ragihand ku li tevahiya bajêr bo 7 rojan qedexeya çalakiyan hatiye ragihandin û hemû cure çalakî hatine qedexekirin.

Parêzgeriya Çewligê ragihand, piştî ku bo Şaredariya Colemêrgê qeyûm hat danîn dibe ku li Çewligê jî çalakiyên dijî qeyûm werin li darxistin ku bo pêşî li çalakiyan were girtin, bo 7 rojan li tevahiya bajêr qedexeya çalakiyan hatiye ragihandin.

Parêzgerî dide zanîn, kes û derdorên nêzîkî rêxistina neyasayî ne amadekariya çalakiyên neyasayî kirine û di encama vê rewşê de biryara qedexeya çalakiyan bo 7 rojan hatiye wergirtin.

Parêzgarî bang li welatiyan jî dike ku pabendê biryara qedexeyê bin.

Pustên heman beş