HUDAPAR tayinkirina qayum rexne dike

HUDAPAR tayinkirina qayum rexne dike

Serokê Giştî yê HÜDAPAR’ê Zekeriya Yapicioglu, tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê rexne kir. Yapicioglu got, “Ger kesek ji ber sûc kiriye ji wezîfeyê were girtin, bi rêbaza tayînkirinê ne rast e.”

Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di çarçoveya muzakereyên makeqanûna nû de bi Serokê Giştî yê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu re hevdîtin kir.

Yapicioglu piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamevanan.

Yapicioglu destnîşan kir ku ew ê bi qasî ku ji destê wan were di pêvajoya çêkirina makezagona nû de hevkariyê bidin û destnîşan kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi makeqanûneke nû heye.

Yapicioglu amaje bi wê yekê jî kir ku heta niha 21 guhertin di makezagonê de hatine kirin û wiha got: “Hin kes dixwazin li ser wê yekê nîqaşan bikin ka gelo meclîs xwedî îrada çêkirina makezagoneke nû ye yan na. Helbet divê ev mijar jî bê nîqaşkirin. Qebûlkirina ku meclîsên şêwirmendiyê yên ku ji aliyê gel ve ji aliyê darbekaran ve hatine hilbijartin, dikarin makeqanûneke bi tevahî nû çêbikin; “Kî dibêje parlamentoya ku îradeya ji sedî 95’ê gel nîşan dide, ne xwedî raya çêkirina makezagoneke wiha ye? Divê her kes vê yekê bibîne.”

Yapicioglu, anî ziman ku di derbarê binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Nakit û tayînkirina qeyûm li şûna wî de tu nîqaş nehatine kirin û li ser mijarê ev tişt got.

“Pêwîste ti kesekî hilbijartî xwe mafdar nebîne ku li derveyî qanûnê derkeve.

Em nizanin ka wî tiştên ku tên îdiakirin kirine yan na.. Der barê naveroka dosyayê de ti agahiyek me nîne. Ger kesek ji ber ku sûc kiriye ji wezîfeyê were avêtin; “Ev ne prosedur û rêbazek rast e ku kesek ji bo postek hilbijartî were tayînkirin.”

Pustên heman beş