5 polîs ji ber tawana îşkenceya li zarokek Kurd kirî hatin girtin

5 polîs ji ber tawana îşkenceya li zarokek Kurd kirî hatin girtin

5 polîsên ku di Newroza 2023’an de li Amedê di pîrozbahiya Newrozê de li zarokekî 14 salî derb kiribûn, ji bo her yekê 8 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Di 21’ê Adara 2023’an de dema danê êvarê li navçeya Licê ya Diyarbekirê piştî pîrozbahiya Newrozê,Polisan zarokek 14 salî dabûn û ew êşandibûn. Darizandina polisan li Dadgeha Cezayê Asliye ya Licê pêk hat.

Di dadgehê de serokê baroya Diyarbekir jî amadebû.

Piştî parastina parêzerên Y.D û polîsên tawanbar, dadgehê ji ber tawanê ‘tunekirina azadiya kesayatî de’ di çarçoveya xala 109’an a Qanûna Cezayê ya Tirk de 8 sal cezayê girtîgehê li her polîsek bersûc birî. Ji ber sûcê ‘zirara li mal’ jî her yekî 4 hezar û 500 lîre cezayên pereyan jî hatin cezakirin.

Serokê Baroyê Nahît Eren, diyar kir ku wan biryara dadgehê erênî dîtine û wiha got: “Wekî ku me ji roja ewil û vir ve diyar kiriye û di delîlên di dosyayê de û di biryara dadgehê ya der heqê 3’ê Gulana 2023’an de jî hatiye diyarkirin. kiryara efserên qanûnê bi eşkere sûcê îşkenceyê ye û divê ji ber sûcê îşkenceyê bên cezakirin. “Weke Baroya Amedê em ê dozê bişopînin.

Pustên heman beş