YPGe zarokên DAIŞîyan ji kampa Holê tevlî rêfên xwe dike

YPG-ISIS-info

Yekîneyên Parastina Gel YPGê, baskê leşkerî yê PKKê li Rojava Kurdistanê, dibistaneteke perwerdeyê ji boy zarokên DAIŞê vekiriye ji bo ku piştire wan tevlî refên xwe bike.

Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, YPGê dibistaneke perwerdeyê ji boy zarokên ji bav DAIŞî vekiriye ku zarokan ji kampa Holê di revîne û piştre li wê dibistanê perwerde û meşqê bi wan dike ji bo ku bibin çekdar di nava refên YPGê de.

Li gorî agahiyên destê me, YPGê ew dibistan ji sala 2019ê ve vekiriye, dikeve bajêrê Hesekê bi taybet li taxa Ezîz li nêzî doryana bi navê Xezel.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin, YPGe zarokan ji kampa Holê bi darê zorê ji daykên wan distîne û bavên piranya wan zarokan jî di girtîgeha Gwêran de ne.

Agahiyên me tespît kirine ku nêzî 200 çekdarên asayîşa PYDê û hêza HAT pasewanîya wê dibistana YPGê dikin.

Pustên heman beş