Kadroyekî PKK’ê keçeke rêxistinê dûcanî kir

Kadroyekî PKK’ê keçeke rêxistinê dûcanî kir

Bêrewştî û hebûna pêwendiyên seksî di navbera endamên rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya ser bi PYD’ê‏ ve dewam dikin, herî dawî kadroyekî Ciwanan pêwendîya seksî li gel keçeka rêxistinê encam daye û dûcanî bûye.

Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojava Kurdistanê agahiyên tam derbarê dosyaya dûcanîbûna nemeşrû ya kadroyeka rêxistina Ciwanên Şoreşger ya girêdayî PYD’ê dest xistin, bûyer wisaye:

Kadroyê PYD’ê û rêxistina Ciwanên Şoreşger yê bi navê Rizwan Efrînî ku berpirsiyarê Ciwanên Şoreşger yê Sirîna navçeya Kobanîyê ye di perawêza ahenga Newroza îsal 2024’an de pêwendîya seksî li gel keçeka nû tevlî rêxistina Ciwanan ya bi navê Fatîma Ehmed Xidir encam daye.

Fatîma Ehmed Xidir bi navê kod Can Êş Kobanî di rêxistinê de hatiye navkirin, malbata wê bi malbata Hemê tê naskirin û alîgirên PKK’ê û PYD’ê ne, li destpêka meha Gulana îsal 2024ê derket holê ku Fatîma dûcanî bûye.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin şêniyên Kobanê û malbat jî hîn bû ku Fatîma ji kadroyê PYD’ê Rizwan Efrînî dûcanî bûye, loma jî PYD’ê ji boy veşartina vê hetikberiyê Fatîma û Rizwan veguhestine sînorê parêzgeha Reqqayê.

Her çende PKK’e berdewam bas li wê yekê dike ku ti pêwendiyên seksî di nêvbera kadroyên wê de rû nade, lêbelê roj naçe di nêvbera gel de bas li b dehan çîrokên têkiliyên seksî yên PKK’ê neyê kirin, heya niha jî bi sedan keç di nava rêxistinê de dûcanî bûne.

Pustên heman beş