PKK’ê helbijartinên Şaredariyê yên Rojavayê Kurdistanê taloq kir

PKK’ê helbijartinên Şaredariyê yên Rojavayê Kurdistanê taloq kir

Îro 06.06.2024ê rêveberiya PKK’ê ya li Rojavayê Kurdistanê biryar da helbijartinên Şaredaryiyê bên paşxistin.

Helbijartinên Şaredariyê yên Rojavayê Kurdistanê biryar bû roja 11ê Hezîranê pêkbên û îro bi biryarekî PKK’ê helbijartin ji bo meha Tebaxê hatin taloq kirin û hat ragehandin taloq kirin û paşxistina helbijartina li ser daxwaza beşek partî û hevpeymaniyên ser bi PKK’ê ye, ji ber ku dema pêwîst a ji bo bangeşeya helbijartinê û nasandina berbijêrên wan li ber dest nebûye.

Berî niha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî derbarê helbijartinên Rojavayê Kurdistanê ragehandibû: ‘’Mercên helbijartinê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nînin’’ û li gel pêkanîna helbijartinan nebûna xwe ragehandibû.

Herwiha ji aliyê din ve li hember pêkanîna helbijartinan Tirkiyê jî êrîşên xwe zêde kiribûn û li gelek cîha êrîşên bi dron pêkanîbûn.

Rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê ragehand, li ser daxwaza hin partî û tîfaqên siyasî helbijartinên şaredariyan ji bo Tebaxê hatine taloq kirin, lê roja helbijartinê nehate ragehandin.

Pustên heman beş