Di nêvbera çekdarên YPG’ê û PKK’ê de nakokî derket

Di nêvbera çekdarên YPG’ê û PKK’ê de nakokî derket

Li sînorê di nêvbera Sûriyê û Îraqê de pirsgirêk û alozî di nêvbera PKK’ê û YPG’ê de derketine û her aliyek yê din bi xemsar di parastina sînor de sûçbar dike.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, li ser sînorê di nêvbera Sûriyê û Îraqê de li Herêma Şengalê pirsgirêk û alozî di nêvbera çekdarên ser bi YPG’ê û PKK’ê ve rûdan, her aliyek aliyê din bi xemsar di parastina sînor de sûçbar dike, bi awayekî ku ti bawerî di nêvbera wan de nemaye û gihaye astekî hêzê li himber hev bilivînin.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, li ser vê mijarê berpirsekî PKK’ê yê bi navê Argeş gef li hêzên YPG’ê xwarine ku nabe bi ti awa çekdarên ser bi YPG’ê ve sînorê çalakiyên PKK’ê ji aliyê Îraqê ve “Şengalê” bibezînin û berevajî vê yekê wê bertekên pirr tund nîşanî wan bidin.

Tekez kirin, piştî gefên vî berpirsê PKK’ê li çekdarên YPG’ê xwarî, pirsgirêkên di nêvbera YPG’ê û PKK’ê de kûrtir bûne û ne dûre şer di nêvbera wan de derkeve.

Ji aliyê xwe ve tirs li cem şêniyên nîşetecî li herêmên sînorî peydabûye û hebûna çekdarên PKK’ê li van herêman bi xeterî li ser jiyana xwe dizanin.

Tevî ku YPG’e jî di bin telîmatên PKK’ê de tev digere, lê belê carna pirsgirêk û aloziyên pir mezin di nêvbera wan de rû didin, PKK’e jî hewl dide van nakokiyan veşêre.

Pustên heman beş