Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî 14 salî ji Kobanî direvînin

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" zarokekî 14 salî ji Kobanî direvînin

Endamên rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê, zarokek temen biçûk ji bajarê Kobanîyê Rojava Kurdistanê revand.

Li gor agahiyan, endamên rêxistina “Ciwanên şoreşger” di 27/5/2024’an de ev zarokê temen biçûk yê bi navê Ciwan Seyîd Ehmed Hebeş revandiye.

Tevî ku malbata “Ciwan” li navendên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk li kurê xwe geriyaye, lê belê rêveberiya PYD’ê di destpêkê de hebûna “Ciwan” di navendên xwe de red kir û piştre ji wan re ragihand ku kurê wan yê 14 salî hatiye leşkerkirin.

Dayika zarokê revandî di daxuyaniyekê de matmayîbûna xwe li hember leşkerkirina zarokeke biçûk ku hîna sala 14 saliya xwe temam nekiriye, anî ziman û got: ez nizanim bi kîjan rêbazê zarokê min birin leşkeriyê, lê bê guman her kes dikare zarokên di temenê “Ciwan” de bi şirîniyekê bixapîne.

Malbata vî zarokî bang li berpirsên hêzên Sûriya demokratîk dikin ku kurê wan vegerînin, nemaze ji ber ku serkirdeyê HSD’ê, Mezlûm Ebdî, rêkeftinek îmze kiribû ku tê de diyar kiribû ewê pêşiya leşkerkirina zarokên biçûk, çi mêr û çi jin, ên di bin 18 salî de bigirin.

Ciwan Seyid Ehmed Hebeş ku navê diya wî Sakînaye, di 15 Adara 2010’an de li Kobanê ji dayik bûye.

Pustên heman beş