Serokê Partiya Însan û Azadî Ahmet Kaya li Diyarbekirê hat binçavkirin

Serokê Partiya Însan û Azadî Ahmet Kaya li Diyarbekirê hat binçavkirin

Serokê Partiya Însan û Azadî (PÎA) ye Ahmet Kaya li Diyarbekirê hat binçavkirin.

Li go agahiyên peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê, Polîsên Diyarbekirê îro 8ê Hezîranê danê sibê bi ser mala Serokê PÎAyê Ahmet Kaya de girtin û ew binçav kirin.

Biraye Ahmet Kaya, Tarik Kaya ji pemyanerê Kurdistan24e re got: “Polisan ji me re gotiye îfadeyeke wî heye, lê belê em dibejin ne tenê îfadeye tişteke din heye.”

Partiya Însan û Azadî ya ku 7 sal berê daxwaznameya damezarinadinê dabû Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ji ber ku mazbataya damezirandinê nestandibû nedikarî damezirandina xwe temam bike.

Li ser vê yekê jî partiyek bi navê Partiya Hêviya Gel hat damezirandin û mazbataya dameizrandina Partiya Hêviya Gel ji Wezareta Karên Navxweyî hat wergirtin.

Piştî vê yekê jî Partiya Hêviya Gel bi kongreyekê navê xwe guhert û navê xwe kir Partiya Însan û Azadî û biryara pergala hevserokatiyê hat dayîn. Davût Guler û Ahmet Kaya jî hevserokên wê ne.

Pustên heman beş