Êrîşên dewleta tirk, paşve vekişîna PKK’ê û zirarên şêniyên Başûr her ku diçe zêdetir dibe

Êrîşên dewleta tirk, paşve vekişîna PKK’ê û zirarên şêniyên Başûr her ku diçe zêdetir dibe

Êrîşên dewleta tirk yên bi sedema hebûna çekdarên PKK’ê di nava Başûrê Kurdistanê de, her ku diçe zêdetir dibin, PKK’e jî li şûna bersivdayîna van êrîşan di çapemeniya xwe de mijûlî vehandina derewane, bi awayekî ku ti şik û guman tunene ev êrîş bi awayekî hemaheng di nêvbera dewleta tirk û PKK’ê de tên encam dayîn.

Dewleta tirk di dema 40 rojên borî de hejmareke herî zor a êrîşan di nava axa herêma Kurdistanê de bi taybetî li herêmên sînorî encam dayîne, Darka Mazî jî bîlançoya van êrîşan parve dike.

Gund û deverên Duhokê yên ku ji 28 meha Golanê ve heyanî 5 Hezîranê bi sedema PKK’ê rastî bombebaranê hatîn evin:

Di 28/5/2024an de:

Saet 5:25ê êvarê, çekdarên PKK’ê mûşekek li xala leşkerê Tirkiyê ya dikeve Sora Sigêrê ya li devera Nihêliyan xistiye.

Saet 3:20 heyanî 3:30ê nîvrojê, firrokeyên Tirkiyê aqarê gundê Bêşîlê yê ser bi Nahiya Kanîmasê ve li devera Berwarî Bala bi du mûşekan bombebaran kiriye.

Saet 9:30 heyanî 9:45î şevê, firrokeyên leşkerê Tirkiyê bi çekê dûçka teqe li aqarê gundê Şêlaza yê ser bi Nahiya Kanîmasê li devera Berwarî Bala kiriye.

Di 29/5/2024an de:

Saet 2:55 heyanî 3:00yê nîvrojê, firrokeyên leşkerê Tirkiyê geliyê gundê Dergela Musa Begê û geliyê Bêşîlê yê ser bi nahiya Kanîmasê ve bi du mûşekan bombebaran kirine.

Saet 11:00 şevê, topxaneya leşkerê Tirkiyê derdorên tunela dikeve hindavî gundê Guherzê yê ser bi nahiya Dêrelok li devera Nihêlê bombebaran kiriye.

Di 30/5/2024an de:

Saet 11:55ê sipêdê, firrokeyên leşkerê Tirkiyê geliyê gundê Dergela Musa Begê yê ser bi nahiya Kanîmasê bombebaran kiriye.

Saet 8:15ê bi şev, topxaneya leşkerê Tirkiyê sînorê gundê Bêlîzanê heyanî digehe sînorê gundê Guwilka yê devera Berwarî Bala topbaran kiriye.

Saet 2:30 firrokeyên leşkerê Tirkiyê geliyê Bêşîlê, geliyê Dergela Musa Begê û Guwilka yên devera Berwarî Bala bombebaran kirine.

Di 1/6/2024an de:

Saet 12:21ê nîvrojê, topxaneya leşkerê Tirkiyê deriyê Bêra yê hindavî gundê Belave yê ser bi nahiya Dêrelok li devera Nihêlê bi zêdetirî 5 mûşekan hedef girtiye.

Di 2/6/2024an de:

Saet 12:50 heyanî 1:10 nîvrojê, topxaneya leşkerê Tirkiyê deriyê Bêra û pişta gundê Belave yê ser bi nahiya Dêrelok li devera Nihêliya bi zêdetirî 5 mûşekan hedef girtiye.

Saet 3:10 heyanî 3:20ê nîvrojê, firrokeyên leşkerê Tirkiyê geliyê Bazê, geliyê Bêşîlê û dergela Musa Begê yên devera Berwarî bala bombebaran kirine.

Saet 9:50 şevê, helîkopterên leşkerî yên Tirkiyê bi çekê Dûçka teqe li aqarê gundê Dergela Musa Begê yê devera Berwarî Bala kiriye.

Di 3/6/2024an de:

Saet 1:50 şevê, topxaneya leşkerê Tirkiyê çiyayê Metîna bi zêdetir 5 topan armanc kiriye.

Saet 7:00ê êvarê, helîkopterên şer yên leşkerê Tirkiyê deriyê bêra yê li pişta gundê Belave yê devera Nihêliyan li nahiya Dêrelok bi yek mûşek bombebaran kiriye.

Saet 10:35 şev, careke din leşkerê Tirkiyê deriyê Bêra yê li pişta gundê Belave yê devera nihêliyan li nahiya Dêralokê bi yek mûşek bombebaran kiriye, û di heman dem de çekdarên PKK’ê teqe li xala leşkerê Tirkiyê da dikeve Sora Sigêrê kiriye.

Saet 8:10î şevê, firrokeyên leşkerê Tirkiyê geliyê Dêrê yê ser bi nahiya Kanîmasê li devera Berwarî Bala bombebaran kiriye.

Saet 10:48î şevê, helîkopterên leşkerê Tirkiyê bi çekê dûçka teqe li aqarê gundê Belave yê devera Nihêliyan kiriye.

Di 4/6/2024an de:

Saet 12:8î şevê, helîkopterên şer yên leşkerê Tirkiyê tunela PKK’ê ya dikeve çiyayê Metîna li hindavî gundê Guherzê yê deveran Nihêliyan bombebaran kiriye.

Saet 7:25 heyanî 11:30ê sipêdê, çekdarên PKK’ê bi dronekî êrîş kiriye ser xala leşkerî ya dewleta tirk li Sorê Sigêrê, piştre leşkerê Tirkiyê ev dron xistiye xwarê.

Di 5/6/2024an de:

Saet 6:30î sipêdê, çekdarên PKK’ê bi dronekî careke dib êrîş kiriye ser xala leşkerî ya dewleta tirk ku dikeve Sora Sigêrê li devera Nihêliyan, piştre leşkerê Tirkiyê ev Drona PKK’ê jî li erdê xistiye, her wiha di heman roj de çekdarên PKK’ê li Saet 4:52yê êvarê careke din bi Droneke din êrîşî heman xal kiriye û leşkerê Tirkiyê ew Drona PKK’ê jî jinav biriye.

Saet 8:40ê sipîdê, leşkerê Tirkiyê careke din tunela PKK’ê ya dikeve çiyayê Metîna li hindavî gundê Guherzê yê devera Nihêliyan bombebaran kiriye.

Saet 6:45ê êvarê, firrokeyên leşkerê Tirkiyê rojhilatê tunela dikeve hindavî gundê Guherzê bombebaran kiriye.

Saet 7:5 heyanî 8:20î şevê, leşkerê Tirkiyê gundê Bêşîlê, Kêriyê Şêlaza û geliyê Bazê yên ser bi nahiya Kanîmasê li devera Berwarî Bala bombebaran kirine.

Pustên heman beş